Xwendekarê Diyarbekirî dixwaze Ronaldo bibe misilman

Nûnertiya Bajarê Diyarbekirê ya TUGVAyê di nav xwendekarên dihatin dibistana havînê da pêşbaziyek organîze kir û ji wan xwest ku bila ji kesên bi nav û deng ra bi armanca bibin misilman, nameyan bişînin.

Xwendekarê Diyarbekirî dixwaze Ronaldo bibe misilman

Nûnertiya Bajarê Diyarbekirê ya TUGVAyê di nav xwendekarên dihatin dibistana havînê da pêşbaziyek organîze kir û ji wan xwest ku bila ji kesên bi nav û deng ra bi armanca bibin misilman, nameyan bişînin. Di nav nameyan da ya ku ji gogbazê navdar Crîstîano Ronaldo ra hat şandin bû yekemîn.

Li Navenda Çandê ya Kayapinara Navendî ji bo 450 xwendekarî qurs hatibû vekirin û li wir Qur'an, siyer, soberî, basketbol, voleybol û hin perwerdehiyên din dihatin dayîn û bername bi dawîn bû.

Ji ber ku bername bi dawî bû bo xwendekaran organîzasyona xatirxwestinê hat kirin û di vê çarçoveyê da jî hin pêşbazî berê hatibûn kirin û encamên wan jî li vê derê hat eşkerekirin.

Di nav pêşbaziyan da yek jî ew bû ku ji xwendekaran xwestibûn bila ji kesên bi nav û deng ra name binivîsin û ji bo ew bibin misilman gazî wan bikin.

Di çarçoveya vê pêşbaziyê da xwendekarê ji Diyarbekirê Recep Ateş (14) bo gogbazê navdar Crîstîano Ronaldoyê ku bi eslê xwe ji Portekîzê ye ra name şand û jê xwest ku bila berê xwe bide ser rêya heq û bibe misilman.

Ateş nameya ku ji bo Ronaldo nivîsîbû û pê bû yekemînê pêşbaziyê xwend.

Di daxuyaniya ku Ateş da nûçegihanê AAyê da wiha got: "Dema qala vê hat kirin min jî biryar da ku ez ji Ronaldo ra nameyê binivîsim. Lewra ew kesekî baş e û dema ew bibe misilman wê gelek kes bidin pey wî û ew ê jî bibin misilman. Ez ji wî pir hez dikim ew şahê fitbolê ye û ez pir dixwazim ku ew bibe misilman."

Ji nameya Atêş a ku ji bo Ronaldo nivîsiye:

"Birêz Crîstîano Ronaldo ez bangî we dikim ku hûn baweriya xwe bi Hz. Mihemed bînin û werin ser rêya Îslamê. Heke hûn bibin misilman hûnê xilas bibin. Xwedê wê di dawiyê da te daxilî ceneta xwe. Li wê derê ji bo misilmanan hikmetên pir zelal hene. Heke ku tu bêyî ser rêya heq û baweriya xwe bi Îslamê bînî wê gelek kes te ji bo xwe mînak hildin. Ji ber vê jî wê xêrên te zêdetir bibin."

 

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2018, 10:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE