Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, piştî perwerdeya 12 hefteyan, xwendekarên lîseyê ji bo gerê şandin Bosnayê. Xwendekarên ku derbarê dîroka balkanan de perwerde bûn, bi rê ketin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi piştgiriya Walitiyê û Sefareta Bosnayê ya Tirkiyê projeyek amade kir.
Xwendekarên lîseyê derbarê dîroka Balkanan û Bosnayê de 12 hefteyan perwerde bûn. Xwendekarên ku dîroka Balkanan hîn bûn, di dawiya projeyê de ji bo gerê çûn Bosnayê.
Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wexta rêketinê hat, şîret li telebeyan kirin.
Waliyê Yaman got “Me tim digot em ê projeyekê bikin ku xwendekarên me yên Mêrdînî herin welatên Balkanan. Îro xwendekarên me bi rê dikevin. Hêj xwendekarên din jî hene ku ew ê piştî perwerdeya xwe bi rê kevin. Xwendekarên Mêrdînî, dinyayê dibînin, dinirxînin. Ji bo min kêfxweşiyeke mezin e. “
Ciwan bi kelecaneke mezin bi rê ketin.