Li Sêrtê di çarçoveya danasîn û agahdarkirina pîşeyan de zarokên biçûk vê carê kamera û mîkrafona trt'ê hildan destê xwe. zarok bûn nûçegihan. nûçe û girêdana zindî çêkirin, anons kişandin.
Wan pirs kir û Nûçegihanên TRT’ê nîşanî wan dan.
Di çarçoveya danasîna pîşeyan de, zarokên biçûk vê carê nûçegihanî çi ye hîn bûn.
Kamera û mîkrofona TRTê hildan destê xwe roportaj stendin, dîmen kişandin û ji bo weşana zindî girêdan kirin.
"Bi hevkariya mamoste û dê û bavan em pîşeyan hînî zarokên xwe dikin. Bi vî awayî him dê û bav tevlî pêvajoya perwerdeya zarokan dibin him têkiliya xwendekar, mamoste û dê û bavan xurttir dibe.”
Di çarçoveya pewerdeya rêberiyê de wê zarok pîşe û meslekên cuda nas bikin.