Xwendekarên lîseyê serdana extiyaran dikin

Pêdiviyên kal û pîran temîn dikin û li wan xwedî derdikevin…

Xwendekarên lîseyê serdana extiyaran dikin

Bi projeya Lîseya Zubeyde Hanimê ya bajarê Sêwrega Rihayê, xwendekar bi kal û pîran re tên hev. Xwendekar ji kal û pîran re xizmetê dikin û xwedî li wan derdikevin.

Xwendekarên lîseyî yên Sêwrega Rihayê, diçin serdana kal û pîran. Tevî mamosteyên xwe pêdiviyên extiyaran tînin cih.

Hinek xwendekar paqijiyê dikin, hinek civatê digerînin, hinek jî tenduristiya wan kontrol dikin. Mamoste jî bi wan re diçin serdanan.

Ji bo xwendekaran tecrubeyeke xweş e û dibêjin em ê jî rojekê pîr û extiyar bibin.

Kal û pîr jî ji xwendekaran gelek razî ne.

Gava karê wan diqede jî mazûvan mêvanên xwe yên ciwan bi diayan bi rê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE