Li Erzurumê dar û berên li parq û baxçeyan bi rengên payîzê xemilîn.
Li navçeya Yaqûtiyeyê Parqa Ata Botanîkê ya ku goleke çêkirî, baxçeyê heywanên curbecur lê dimînin û gelek dar û nebatên rengrengî lê hene ji bo geştyaran di vê heyamê da bûye cihekî hêja.
Li parqa ku rengên demsala payîzê xwe nîşan didin û gelek çûk û werdek lê dihewin da eleqeya welatiyan sal û donzde meh dewam dike.
Welatiyên dixwazin bêhna wan derkeve berê xwe didin parqê û tên û têra dilê xwe kêf dikin.
Parq di her demsalê da bi rengên wê demsalê dixemile û ji bo hezkirên wênekişandinê jî navendeke sereke ye. Dar û berên li parq û baxçeyên bajêr ji aliyekî va û yên di nav kampusa Zanîngeha Ataturk da ne jî ji aliyekî va balê dikşînin ser xwe. Lewra nîşaneyên demsala payîzê xwe li ser pel, gulî û nebatên bajêr xweş xuya dikin.