Xwezaya Hekariyê bala turîstan dikşîne

Ji bajarên din hatin li hemberî tebîeta Hekariyê kamp kirin.

Xwezaya Hekariyê bala turîstan dikşîne

Ji bajarên curbecur hatin Gevera Colemêrgê û derketin ser serê Çiyayên Cîloyê. Li Çiyayên Cîloyê konên xwe vedan, di gola qeşayê de soberî kirin û kano ajotin.

Xwezaya Colemêrgê bi xweşikayiya xwe bala turîstan dikşîne…

Bi alîkariya Walîtiya Hekariyê li Golên Qeşayê yên li Çiyayên Cîloyê mihrîcan hat lidarxistin.

Bi sedan werzişvan û sirûşthezên ku ji bajarên curbecur hatin Çiyayên Cîloyê ku 3 hezar mêtre bilind e.

Mêvanên Cîloyê konên xwe vedan û çalakiyên curbecur ên wekî trekkîng, pereşûta berpalê, kano, soberî û siwariya duçerxeyan kirin.

Kesên beşdarî mîhrîcanê bûn, li hemberî dîmen û hewaya bêhempa govend gerandin, stran gotin…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE