“Zanayek û Aqilmendek”: çalakiya ji bo xwendekarên lîseyê

Xwendekar wê bi pêşengiya mamosteyan xwendinê hîn bibin ...

“Zanayek û Aqilmendek”: çalakiya ji bo xwendekarên lîseyê

Li Midyada Mêrdînê bi pêşengiya memur-sen’ê seferberiya xwendinê dest pê kir. Di projeyê de, xwendekar dê pirtûkên diyarkirî bixwînin û li ser van nivîsan binivîsin.

Li seranserê Tirkiyê mamoste û rayedar ji bo ku hejmara xwendevanan zêde bibe projeyên rengo reng li dar dixin.

Li Midyada Mêrdînê ji bo xwendekarên lîseyê çalakiyek hat kirin.

Rayedar bi mamoste û xwendekaran re di xwarinê de hatin ba hev; him projeyê dan nasîn him jî şîret li ciwanan kirin.

Xwendekar wê di destpêkê de 3 pirtûkên diyarkirî bixwînin û derbarê wan de binivîsin.

Tê xwestin ku ciwanan hinek ji teknolojiyê dûr bin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin.

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2019, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE