Zarok li ser Gola Çildirê ya qeşa girtî bi duçerxiyên xwe va geriyan

Zarokên li gundên der û dorê dijîn bi duçerxiyên xwe va li ser golê geriyan.

Zarok li ser Gola Çildirê ya qeşa girtî bi duçerxiyên xwe va geriyan

Li Qersê Gola Çildirê ji ber sermayê qeşa girt û zarokên hatin devê golê bi hespên ku xizangan dikşînin û duçerxiyên xwe va li ser golê geriyan.

Gola Çildirê ya piştî Gola Wanê li herêma Rojhilatê gola herî mezin a duyemîn e ji ber sermayê qerisî.

Zarokên li gundên der û dorê dijîn bi duçerxiyên xwe va li ser golê geriyan.

Ji zarokan Sermet Agbulak got ew her sal bi kelecan benda qeşagirtina golê ne û wiha axivî: "Gola Çildirê xweş qeşa girtiye. Duçerxî li ser qeşayê jî xweş diçe. Dengê ji golê û şiqitîna duçerxiyê ya li ser golê bi hev ra xweş dibe. Pir bi kêf e."

Turîstên tên herêmê jî bi xizangên hesp dajon va li ser golê tûrê davêjin û kêfa gerê derdixin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE