Zarokan di 23yê Nîsanê da 2020 fîdan danîn

Zarokan di 23yê Nîsanê da 2020 fîdan danîn

Li Mêrdînê zarokên ku li taxên çiyayî rûdinên, bi minasebeta 23yê Nîsanê Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan 2020 fîdan danîn.

Bi serokatiya Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Menduh Dinler, ekîban di çarçoveya çalakiyên 23yê Nîsanê da zarokên ku ji ber Kovîd-19ê nikarin ji malê derkevin ziyaret kirin.

Ekîbên ku li taxên Kuçukkoy û Çukuryurta navçeya Artukluyê tîşort û hin diyariyên din dan zarokan. Ekîban dû ra ligel zarokan 2020 fîdanên ku diyariyî zarokan kiribûn, danîn.

Dinler got ku wan xwest, zarokên ku di van rojên dijwar da li malê dimînin, hinekî şad bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE