Zarokan li baxçeyê malê pol vekir

Li Erdîşa Wanê zarokan li baxçê malê pol vekir.

Zarokan li baxçeyê malê pol vekir

Ji ber şewbê zarok ji dibistanan dûr ketin. Li Erdîşa Wanê hin zarokan bi hesreta dibistanê, li baxçê malê pol vekirin. Bi hev re lîstikan dilîzin û ders dixebitin. Midurê perwerdeyê yê bajêr jî çû serdana wan.

Maskeyên xwe didin ber devê xwe û li vir ders dixebitin, pirtûk dixwînin.

Ji ber ku gelek beriya dibistanê kirine, karekî bi vî şiklî hatiye hişê wan.

Zarokan ji mudirê perwerdeyê yê bajêr texteyê nivîsê jî xwest.

Midur dilê wan nehişt û çû serdana wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE