Zarokên otîstîk û bi sendroma downê xwarin çêkirin

Hinan bi çêkirina qedayifê, hinan jî bi strandina ecînê stresa xwe der kir

Zarokên otîstîk û bi sendroma downê xwarin çêkirin

Li Navenda Jiyanê ya Şaredariya Kayapınarê, ji bo zarokên otîstîk û bi sendroma downê tevlî civakê bibin çalakiyên cûr bı cûr tên kirin. Bi saya van çalakiyan ev zarok him tevlî jiyanê dibin him jî bextewar dibin.

Li Navenda Jiyanê ya Şaredariya Kayapınara Diyarbekirê ji bo zarokên otîstîk û bi sendroma downê perwerde tê dayîn û zarok beşdarî çalakiyên cûr bi cûr dibin.

Piştî perwerdeyê ji bo zarok di merheleyên jiyanê de bêtir cî bigirin zarok jî tevlî hin çalakiyên civakî tên kirin.

Hinan kunefe û qedayif pijandin, hinan jî ecîn stra û li mêvanan belav kirin.

Bi saya van çalakiyan kesên otîstîk û bi sendroma downê rasterast tevli civakê dibin û bi vê yekê kêfxweş dibin.

Malbat û mamosteyên wan jî di her qademeyê de ji wan re dibin destek da ku ew jî bikaribin li ser lingên xwe bisekinin.

Esnafên bajêr jî bi çalakiyên bi vî rengî dikarin tevlî çalakiyan bibin û destekê bidin vê navenda jiyanê.

Bi saya çalakiyên bi vî rengî ev zarokên otîstîk û bi sendroma downê him tevlî jiayana rojane dibin him jî bextewar dibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE