Zehmetiya derxistina kevirê Xelatê

Li Xelata navçeya Bidlîsê kevirê Xelatê hê bi rêbazên berê tên derxistin û avahiyên ku ji vî kevirî tên çêkirin, ji ber ku zivistanê germ dibin û havînê jî hênik in, ev kevir tên xebitandin

Zehmetiya derxistina kevirê Xelatê

Li Xelata navçeya Bidlîsê kevirê Xelatê hê bi rêbazên berê tên derxistin û avahiyên ku ji vî kevirî tên çêkirin, ji ber ku zivistanê germ dibin û havînê jî hênik in, ev kevir ji mêj va tên xebitandin.

Herêm di dîrokê da bûye pêgeha gelek şaristaniyan û berê bi van keviran keleh, dêr, mizgeft, qubik, kanî û minare hatine çêkirin û ser keviran hatine neqişandin.

Piştî ku dîwar bi kevirê xelatê hat danîn, êdî hewce nake ku meriv wî dîwarî siwax bike û çi qas sal ser çêkirina wî dîwarî ra derbas be jî weke ku nû hatibe danîn tê kifşê.

Kevirê Xelatê ji ocaxên li pêşên Çiyayê Nemrûdê bi sivîç, bizmar û lewiyan va tên şikênandin û derxistin û paşê di atolyeyan da tên birîn û ji gelek deverên Tirkiyeyê ra tên şandin.

Derxistin, birîn û neqişandina kevirê Xelatê ji bo gelek kesên herêmê deriyê îstixdamê ye jî.

Karkerên ku şeveqa sibê berê xwe didin ocaxên kevir, bi kedeke mezin keviran derdixin û dişînin atolyeyan.

Cevdet Nacarogluyê ku 32 sal e di ocaxên kevir da dixebite, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev kevir ji dewra Selçûqiyan vir va tê xebitandin.

Nacaroglu diyar kir ku her çend teknolojî pêş ketibe jî ew karkeriya keviran a kevneşopî didomînin û wiha dewam kir, "Kevirê Xelatê ji bilî rêbazên kevneşop, nayên derxistin. Ji ber ku karkeriya kevir zehmet e, nifşa nû naxwaze bixebite. Ji ber vê yekê pîşeyê me li ber windabûnê ye. Meriv bi qeweta milan vî karî dike û karekî zehmet e. Kesên ku demên dirêj di vî karî da dixebitin, di pişt û stûyê wan da fitiq çêdibe. Em carinan rojê 30-40 bloqî, carina jî qet nikarin derxin. Em rojane nîvendî 80 lire pere qezenc dikin."

- "200 kes pereyê nanê xwe ji vî karî qezenc dike"

Ji karkeran Gokhan Menteşe jî diyar kir, piştî ku kevir ji ocaxan dertên, ew li atolyeyê dibirin û difroşin.

Menteşe diyar kir ku ev kar bi qeweta însan tê kirin û wiha dewam kir:

"Karê me giran e, lê piştî demekê meriv hîn dibe. Bi van keviran avahî, kanî, mizgeft, minare û qubik tên çêkirin. Li Xelatê 12 ocaxên keviran hene. Bi karkerên atolyeyê va nêzî 200 kesî pereyê nanê xwe ji vî karî qezenc dikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE