Zehmetiyên heywandariyê

Li deverên bilind berf û bager karê heywandaran zehmet dike…

Zehmetiyên heywandariyê

Berf û bager li herêmê ji bo heywandaran bû zehmetiyeke mezin. Carna ji ber berfa zêde berxik nikarin maka xwe bibînin.

Îsal li gorî salên borî zahf berf bariya. Ji ber berfa zêde karê heywandarên li herêmê jî dijwar bû.

Li Muşê ev demeke dirêj e bênavber berf dibare. Bi taybetî li gundên li quntarên çiyê berf û bager zêde ye. Lê heywandar dîsa jî li heywanên xwe miqate ne û karên xwe didomînin.

Ji ber berfê gelek caran berx û mî nikarin hevdu bibînin. Li herêmê li hin deran mitroyek berf heye.

Berfa li çiyayan wê heta çend mehên din jî nehele. Heywandar li hêviyê ne bihar were û piçek rihet bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE