Zeytûnên Derikê di talûkeyê de ne

Zeytûnên îsal ji ber bêaviyê zû tên berhevkirin

Zeytûnên Derikê di talûkeyê de ne

Derîka Mêrdînê bi zeytûnên xwe navdar e. Welatî bi zeytûnan debara xwe dikin. Lê îsal ji ber kêmavî û hişkayiyê zeytûn, zû hatin berhevkirin.

Zeytûn saleke ber didin, salekê nadin.

Li Dêrikê îsal sala berhevkirina zeytûnan e.

Lê zeytûnên navdar ên Dêrika Çiyayê Mazî, ji ber kêmavî û hişkesaliyê 10 rojan zûtir tên çinîn.

Xwediyên zeytûnan dibêjin “em dixwazin bila keda me beleheq neçe.”

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE