Li Derika Çiyayê Mazî wexta komkirin û berhevkirina zeytûnan dest pê kir. Li herêmê nêzî deh cûre zeytûn hene û zeytûnên herêmê gelekî bi nav û deng in.
Heyama berkevkirina zeytûnên Derikê dest pê kir..
Derika Çiyayê Mazî bi Zeytûnên xwe navdar e û li navçeyê 10 cûre zeytûn çêdibin.
Cotkarên Derikî ji randûmana îsal gelek memnûn in. Lewra li gorî par 10 qat hilberîneke zêde heye.
Zeyt û zeytûnên Derikê organîk in. Zeyta Derikê di 2019 û 2020an de li Londona paytextê Îngilistanê bûbû zeyta herî baş a organîk.