Êzidî vedigerin axa xwe

100 Malbatên êzidî wê ji Ewropayê vegerin welatê xwe...

Êzidî vedigerin axa xwe

Malbatên êzidî yên ku li Elmanya û Belçîkayê dijîn niha dikin vegerin gundê xwe. Beriya vegerê êzidî li gundê xwe geriya û kêmasiyan kontrol kir.

Beriya 40 salan bi hezaran êzdî ji ber terorê gundê xwe terikandin.

Êzdiyan berê xwe da Ewropayê û jiyana xwe li wê derê domand.

Niha ew dikin vegerin gundê xwe.

Gundiyên gundê Efşeyê yê Nisêbînê beriya vegerê li gundê xwe kontrol kirin.

Niyeta 100 malbatan heye ku bi temamî vegerin axa xwe.

Erdê gundê wan niha bûye cihê xazîneyê. Ji bo ku xanî lê çêbe gundiyan serî li dadgehê daye.

Gundiyên Efşeyê wê xaniyên xwe dîsa ji kevir çêbikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE