Zilamê herî dirêj ê dinyayê

Sultan Kösen wek kesê herî dirêj ê dinyayê ketiye Pirtûka Rekoran a Guinnessê.

Zilamê herî dirêj ê dinyayê

Sultan Kösen, bi 2 metre û 51 santîman merivê herî dirêj ê dinyayê ye. Ew li gundê Dedê ya bi ser Derika Çiyayê Mazî ya Mardinê dijî. Navê wî, wek zilamê herî dirêj ê dinyayê ketiye pirtûka rekoran a Guinnesê. TRT Kurdî çû serdana însanê herî dirêj...

Sûltan Kösen 38 salî ye, kesê herî dirêj ê dinyayê ye û qama wî 2 metre û 51 santîm e.

Sûltan, li gundê Dedê ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê dijî.

Bi qama xwe ya 2 metre û 51 santîman wek zilamê herî dirêj ê dinyayê ketiye Pirtûka Rekoran a Gûînnesê.

Ji ber vê taybetmendiya xwe, heta niha ji aliyê 127 dewletan hatiye dawetkirin û welat bi welat geriyaye.

Sûltan dibêje, dema ez diçim van dewletên dinyayê ez Tirkiyê û navçeya xwe didim nasîn.

Her wiha, sektora fîlman a Holywoodê teklîfa fîlm li Sûltan kiriye û dê di demek nêz de biçi Amerikayê.

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2020, 16:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE