Li Tunceliyê kevirê ku ji ba av jê dizê û jê ra dibêjin Zinarê Digirî bi hatina sermayê cemidî û dîmenên xweşik derketin holê.
Tunceliya ku di nava çiyayên Munzur, Mircan, Sulbus û Zelê da hatiye avakirin bi xweşikahiyên xwe yên tebîetê her demsal mazûvaniya ziyaretvanan dike.
Li Tunceliyê Zinarê Digirî yê li ser rêbeja Tuncelî-Erzincanê li tenga Pireya Hilbeşê ye, ji ber seqem û sermayê cemidî.
Li ser zinar cembelîkên hema hema digihîjin 3 mêtroyî çêbûn û bi xweşikahiyên Geliyê Pulumurê û darên mêşeyê va dîmenên xweşik derketin holê.
Zinarê Digirî yê cemed girtiye bala rêwî û tûrîstên ji wê derê derbas dibin dikişîne.
Kesên tên vê derê wêneyên zinar dikişînin.
Îlhan Aydemîrê tebîethez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Tuncelî ji gelek xweşikahiyên tebîetê ra malxweyîtiyê dike.
Devrîm Yagan jî got ku ew ji ber tebîeta bajêr û Zinarê Digirî şaş û metel ma.
Ji ziyaretvanan Ramazan Guzel jî destnîşan kir ku ew ji Diyarbekirê hatiye Tunceliyê û ragihand dema wî Kevirê Digirî dît ji wesayîta xwe peya bû û wêneyê zinar kişand.AA