Ew ji zineatkarên ebruyê yên din cuda ye… Lewra li ser avê dikare resmên her tiştî çêke. Em li Mardinê çûn atolyeya hunermend Evdılvahap Ertekîn. Gava hûn resmên wî bibînin hûn ê fêm bikin çima ji hunermendên din cuda ye.
Li Türkiyeyê bi tenê 2 kes dikarin bi zineata ebrûyê, resmên wisa pirreng û portreyan çêkin.
Evdilvahap Ertekînê Derikî jî ji wan yek e. Di zineata ebrûyê de hunermendekî mezin e.
Li Türkiyê bi hezaran kes bi zineata ebrûyê re mijûl in. Lê hunermendê Derikî ji wan gelek cuda ye. Lewra bi ebrûyê li ser avê risman çêdike.
Ertekîn ji ber vîrûsa koronayê vegeriyaye welatê xwe û niha li Artukluyê di atolyeyeke taybet de dersên ebrûyê dide.