Zirarên çaya zêde

Pispor dibêjin çaya zêde zirar e û rojê 5-6 îskan bes in

Zirarên çaya zêde

Di nav welatiyan de çay pir tê vexwarin û her wiha gava bi zanebûnî bê vexwarin fêdeyên wê jî gelek in. Lêbelê pispor derbarê zirarên wê de jî hişyariyan didin. Divê mirov rojê çend îskan çay vexwe û gelo zirarên çayê çi ne? Em bi hev re guh bidin pisporan.

Di taştê de, navarojê û piştî şîvan îskanên çayê ji destên me kêm nabin. Bi taybetî welatîyên herêmê pir jê hez dikin.

Ji zerbûna diranan bigirin heta bi nexweşiya mîdeyê, qirik û gurçikan gelek nexweşî ji vexwarina zêde ya çayê peyde dibin. Li Dîyarbakirê gelo welatî rojê çend îskan çay vedixwin û derbarê zirara wê de çi dizanin…

Pispor derbarê vexwarina çaya zêde de hişyarîyan didin û destnîşan dikin ku çaya zêde dibe sedema gelek nexweşiyan.

Li gorî pisporan rojê 5-6 îskan ji bo tenduristiya mirovan baş e û ji wê zêdetir dibe sedema nexweşiyan.

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE