Her ku dinya dicemide nexweşiyên ji ber sermayê jî zêde dibin. Gel li şûna ku dest bi antîbiyotîkan û dermanên kîmyewî bike, berê xwe dide gihayên şîfadar…
Him organîk e him jî bisihet...
Demsal zivistan e. Dinya sar e û gihayên şîfadar dermanên gelek nexweşiyan e.
Li Entabê gel ji bo ku xwe ji nexweşiyan biparêze berê xwe dide etaran.
Exlemûr, zencefîl, zerdeçol û bi dehan gihayên din distîne…
Li Entabê di zivistanê de dermanxaneya gel etar in.