Zivistanê heywandarî bi zehmet e

Heywandar ji bo ku mexdûr nebin beriya demsalê tevdîran digrin 

Zivistanê heywandarî bi zehmet e

Zivistanê wekî her kar û barî, heywandarî jî bi zor û zehmet tê kirin. ji ber girtina riyan temînkirina êm bi zehmet dibe. ji bo ku ew zivistanê mexdûr nebin, divê beriya demsalê tevdîran bigrin. 

Îsal berfa zêde tesîreke neyînî li heywandariyê jî kir. 

Li Yedisuya navçeya Bîngolê heywandar ji ber girtina riyan gilîkar dibin. 

Wexta ku rê tên girtin temînkirina ka û ceh bi zehmet dibe. 

Ji ber ku barîna berfê nasekine rê her tim tên girtin. 

Li gundên Şirnexê pelên berûyan ên ku havînê tên berhevkirin, zivistanê didin heywanan. 

Li cihên asê wexta rê werin girtin û êmê heywanan xilas bibe, heywandar van pelan li şûnê êm didin heywanên xwe. 

Li van deran hewa di binê sifrê de 25 pîle ye û ji bo ku necemidin van pelan dişewitînin jî. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE