Wekî gelek deveran li Serhedê jî hewa gelekî sar e; li gund û zozanan bi metroyan berf li erdê ye. Herî zêde jî heywandar êş û çileya zivistanê dikşînin.
Bi zivistanê re li Serhedê çile dest pê dike...
Li navendên bajaran trafîk disekine, her kes di mala xwe de rûdine.
Lê li gundan êş û çileya zivistanê zêdetir e.
Heywandar di nav berfê de, tevî sir û sermayê şevaqê dest bi kar dikin.
Şivan car caran tên xwe li ber êgir germ dikin da ku bikaribin karê xwe xilas bikin.