Di van rojên biberf de heywandarî jî gelek zehmet e. Tevî tebeya ku dikşînin, heywandarên Bîngolî bi pezên xwe yên nûzayî şa bûne.
Li herêmê di van rojên sermayê de yên ku karê wan tune ne li malên xwe ne.
Lê ji heywandaran re sekin û westan tune ye, hefteyê heft rojan dixebitin.
Tevî zehmetiyên karê wan, ji bo ku pez îsal beriya wextê xwe zan heywandar kêfxweş in.
Cemîl Temizê heywanan xwedî dike got karê wan zehmet e û wiha axivî: "Heke hûn heywanan baş xwedî nekin hûn nikarin feydeyê bibînin. Em ji bo vê zêde ked didin. Dema berx çêdibin jî em gelekî kêfxweş dibin."