Li Kanîreşa Çewligê hewa gelek sar e û mirov zêde nikarin derkevin derve. Lê hin kes nabêjin berf, serma, sir û seqem û ji bo debara malbata xwe tekoşîneke mezin didin. Yek ji wan kesên bi hewl û xîret jî masîfiroş Hakan Uzun e.
Li aliyekî berf dibare û kêm mirov li kuçeyê hene.
Li aliyekî jî masîfiroşekî qaseya masiyan daniye û dixwaze wan bifiroşe.
Li Kanîreşa Çewligê berf, sir û seqemeke zêde heye.
Kesên wekî masîfiroş Hakan Uzun jî ji bo debara mala xwe hewl didin.
Masîfiroşê bixîret dibêje ku em nikarin guh bidin berf û sermayê.
Hakan Uzun bi vê hewl û xîreta xwe ji bo gelek kesan dibe mînak.