Zivistanê zehmeta xwedîkirina heywanan

Yüksekovayî û Karlıovayî di şertên zor û zehmet de heywanên xwe xwedî dikin…

Zivistanê zehmeta xwedîkirina heywanan

Li Yüksekovaya Hakkariyê û li Karlıovaya Bingölê berfeke zêde bariya û her der spî bû. Ji ber berfê herî zêde kesên ku heywandariyê dikin ketin zor û zehmetiyê.

Pêşî berfa ku hatiye paqij dikin, paşê gurzên gihayên hişt dikişînin meydanê, herî dawî jî pezê xwe berdidin ser.

Ev dîmen ji Yüksekovaya navçeya Hakkariyê ne. Heywandar di nava berfê de ji bo xwedîkirina pezên xwe zor û zehmetiyeke mezin dikişînin.

Welatî dibêjin ku li Yüksekovaykanîreê nêzî 6 mehan berf li erdê ye.

Xwediyên heywanan li bendê ne ku zivistan xelas bibe û pezên xwe bibin zozanan.

Ev dîmenên berf û keda mirovan jî ji Karlıovaya navçeya Bingölê ne.

Gundiyên navçeya Karlıovayê ji bo xwedîkirina heywanên xwe kedeke mezin didin

Welatî gihayê hişk heta qada êmkirinê dibin û belav dikin.

Paşê jî pezên xwe berdidin ser û li benda wan disekinin.

Xelqê deverê dibêje zivistanê jiyan gelek zehmet e.

Heywandarên li gundan tevî hemû zehmetiyan ji bo debara malbata xwe di berfê de jî nasekinin û dixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE