Zor û zehmetiya mêşvaniyê

Gelê Hakkariyê bi gîha û konan mêşên xwe ji sermayê diparêzin

Zor û zehmetiya mêşvaniyê

Welatiyên Yüksekovaya navçeya Hakkariyê ji bo ku mêşên xwe ji sermayê biparêzin pergala bav û kalên xwe disepînin. Ji bo ku nikarın mêşên xwe bibin cihên germ wan bi gîha û konan diparêzin.

Ev der gundê Bavanisa Yüksekovayê ye.

Li vê derê zivistan bi zor û zehmetî derbas dibe. Heya 3 mîtroyan berf tê.

Li vî gundê welatî piranî bi mêşvaniyê debara xwe dikin.

Mêşvan ji bo ku nikarin mêşên xwe bibin deverên germ, metodeke cûda dîtine.

Ew li gorî metoda bav û kalên xwe mêşên xwe di zivistanê de diparêzin.

Kewarên mêşên xwe bi gîha û konan dipêçin û heya zivistanê bi vî awayî diparêzin.

Mêş zivista xwe di nav konê bi gîha hatiye dorpêçkirin derbas dikin.

Gundî car caran berfa li ser çadirê paqij dikin.

Her wiha ji bo mêş deng nebihîzin û ranebin, gundî konên mêşa dûrî gund datînin.

Geverî bi vî awayî mêşên xwe diparêzin û ji bo havîneke bi bereket hewl didin.

Dîroka nûkirinê: 12 Adar 2020, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE