Li Muşê gelek welatî bi heywandariyê mijûl dibin û debara mala xwe bi vê dikin. Bi hatina zivistanê re kar û barên heywandaran jî dijwar dibe. Ji ber ku ava çem qerisî ye bi bîdonan avê tînin û didin heywanên xwe.
Li herêmê piraniya welatiyan heywanan xwedî dikin û pê debara mala xwe dikin.
Lê bi hatina zivistanê kar û barên wan zehmetir dibe.
Ji ber ku ava çem qerisî ye xwediyên heywanan ji 500 metre dûrî mala xwe bi destan avê tînin û didin heywanên xwe.
Her roj herî kêm 250 lître avê didin heywanên xwe. Ev jî ji bona wan zehmetiyeke mezin e.
Di biharê de hewa germ dibe û zehmetiya heywandaran kêm dibe.