Li Muşê bi hatina zivistanê re kar û barên heywandaran zêde dibe. Heywandar havînê gihayê heywanan li ser çiyayan berhev dikin. Bi hatina zivistanê re jî parxêlan bi hespan ve girê didin, diçin ser çiyayan, gîhayan tînin û didin heywanan.
Li Gimgima Muşê gelek gundî bi heywanan re mijûl dibin û bi heywandariyê debara xwe dikin.
Bi hatina zivistanê re jî kar û barên heywandaran di nav zor û zehmetiyê de derbas dibe.
Heywandar parxêlan bi hespan ve girê didin, diçin ser çiyayan û gihayên heywanan tînin.
Gundî gihayê ku havîne berhev kirine li parxêlan bar dikin û li ser berfê kaş dikin û tînin didin heywanan.
Her çiqas kar û bar zehmet be jî ew bi heywandariyê debara mala xwe dikin.