Zor û Zehmetiyên li kampên Îdlibê

Penaber ava vexwarinê jî bi kotekî peyda dikin

Zor û Zehmetiyên li kampên Îdlibê

Li Bakûrê Sûriyê, penaberên li kampên herêma îdlibê di nav şert û mercên gelek zor û zehmet de dijîn. Yek ji wan zehmetiyan jî pirsgirêka ava vexwerinê ye. Penaber ava vexwarinê jî bi kotekî peyda dikin. Lewma jî tê gotin ku pirsgirêka ava vexwarinê jiyana zarok, kal, pîr û nexweşan dixe talûkeyeke mezin.

Li aliyekî germa zêde ya havînê, li aliyê din jiyana penaberan a di bin konan de.

Penaberên li kampên herêma Idlîbê zor û zehmetiyeke mezin dikişînin.

Li kampê gelek pirsgirêkên mirovî hene.

Yek ji wan pirsgirêkan jî peydakirina ava vevxwarinê ye.

Pispor dibêjin ku pirsgirêka ava vexwarinê jiyana nexweş, astengdar, kal, pîr û zarokan dixe talûkeyê.

Di kampan da bi hezaran mirov dijîn û ji ber germa zêde gelek bêçare ne.

Penaber dibêjin ku li kampan ji ber pirsgirêkan nexweşî jî belav dibin.

Mexdûrên şerê navxweyî dixwazin ku Neteweyên Yekbûyî demildest alîkariya hewce bide wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE