Zozan li benda alîkariyê ye

Heke tedawî nebe wê rewşa keçika piçûk xirabtir bibe

Zozan li benda alîkariyê ye

Zozana 7 salî ev 4 sal in nexweşa losemiyê ye. Malbata Colemêrgî heta niha bi îmkanên xwe tedawiya keça xwe dikirin. Lê niha di rewşeke xerap de ne û li benda alîkariyê ne.

Zozan hêj 7 salî ye. Tevî emrê xwe yê piçûk, ev 4 sal in bi nexweşa losemiyê ye.

Malbata Colemêrgî li gundê Sînava Geverê dijî.

Lê ji bo delala mala xwe her tim di riyan de ne, ji bo tedawiya wê bajar bi bajar digerin.

Tedawiya Zozanê gelek zehmet û biha ye.

Malbat dibêje êdî derfeta me tune ye ku em tedawiya wê bidomînin.

Malbata Zozanê ji bo dermankirina keça xwe, li benda alîkariyê ye.

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE