Malbatên koçer ên ji bo pez û dewarên xwe bi koçberî dijîn bi hatina biharê ra dest bi amadehiyê kirin.
Koçer li deverên bi kêrî wan tên konê xwe vedigirin, ji bo xwedîkirina pez û dewarên xwe bihar û havînê li zozanan derbas dikin.
Koçerên ji Elezîzê ku berê xwe dane Erziromê û derketine rê wê bi qasî mehekê li Bîngolê bimînin û bi qamyonan va heywanên xwe tînin cihê ku wê lê xwedî bikin.
Biharê bi germbûna dinyayê ra kar û barê koçberan jî zêde bû û ji aliyekî va pez derdixin çêrê, ji aliyekî va berx û karikan xwedî dikin û ji aliyekî va jî şîrê didoşin dikin penêr, mast, rûn jê hiltînin û toreqê çêdikin.
- "Piştî bêhnvedana li Bîngolê em ê biçin Erziromê"
Ji koçeran Suleyman Elban daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di meha remezanê da digel zor û zehmetiyan ew bi sebr xebatên xwe didomînin.
Elban destnîşan kir ku ew piştî nimêja serê sibehê dikin dest bi kar dikin û wiha domand: "Em bi paqijkirina cihê heywanan va dest bi kar dikin. Ber bi nîvro dotina heywanan temam dibe û paşê jî em wan derdixin çêrê. Ew tên danan û em careke din wan didoşin. Ba û serma xebatên me zehmet dike. Karê me karekî zehmet e. Piştî konvegirtina li Bîngolê em ê biçin Erziromê. Îsal berf xweş barî û ava me wê hebe, par av tunebû û me bi wesayîtan av dikişand."
Mahmut Kaya jî got ku wî tevlî malbata xwe pez û dewarên xwe anî û wiha domand: "Şert û merc ji bo me zehmet in. Zarokên min zanîngeh xilas kirin û ew jî niha şivantiyê dikin. Heta em nikarin şivan û gavanan peyda bikin."
Hidir Kaya jî got ku ew alî bavê xwe dike.
AA