Li Erdîşa Wanê heyama derketina zozanan dest pê kir. Malbatên ku tevî heywanên xwe dest bi rêwîtiyeke zehmet kirin wê heta cotmeh û mijdarê li zozanan bimînin.
Li herêma Erdîşa Wanê derketina zozanan dest pê kir
Welatiyên ku heta niha li deştan heywanên xwe diçêrandin, piştî germbûna hewayê berê xwe dan zozanan.
Piştî rêwitiyeke dûvdirêj û zehmet, koçerên ku gihaştin zozanan, li derdora gola Tengava Meydanê konên xwe danîn û dest bi pezbirînê kirin.
Malbatên koçer, ji bo heywanên xwe biçêrînin û qatixan çêbikin wê heya destpêka sermayê li zozanan bin.