Zêrfiroşê emanetgir

Xişr û ziynetên kesên hewcedar wek emanet mihafize dike...

Zêrfiroşê emanetgir

Mehmet Yüksel li Diyarbekirê nêzî 30 salan e ku zêrfiroşiyê dike. Yüksel, xişr û ziynetên giranbiha yên ku nirxê wan ên manewî zêdetir in weke emanet li ba xwe mihafeze dike. Paşê gava xwediyên van zêr û ziynetan, pereyê xwe tînin dîsa ziynetên xwe werdigrin.

Li Diyarbekir Mehmet Yükselê zêrfiroş nêzî 30 salan bi sepaneke balkêş karê zêrfiroşiyê dike.

Yüksel li dikana xwe ji bo mişteriyên xwe panoya emanetan jî vekiriye û xişr û ziynetên şexsî li ba xwe mihafize dike.

Car heye mirov ji bo tedawiya nexweşiyan ziynetên ku manewiyata wan bilind e jî difiroşe. Lêbelê Mehmet Yüksel ji vê rewşê nerazî ye û ziynetan li ba xwe mihafize dike.

Zêrfiroş Yüksel ji bo wan kesên di tengasiyê de ne bûye derman û emanetên mişteriyê xwe mihafize dike.

Zêrfiroş Yüksel kesên ku bi mecbûrî hungulîska nîşana xwe difiroje nakire, lê ji derdê wan re jî dibe derman.

Di îadekirina van ziynetan de ti ferqê nastîne û dixwaze karê wan bê çareserkirin.

Her weha pereyên ku hatiye jibîrkirin û wenda jî li vê derê tê mihafezekirin. Gava wextekî zêde di ser re here wê demê ev pere li ser navê wan ji bo karekî xêrê tê bikaranîn.

Mehmet Yüksel dixwaze nimûneyên bi vî rengî zêdetir bibin û xelk xêr û xêratan ji bîr neke.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE