Jiyana Sehabeyê Kurd “Caban el Kurdî” bû pirtûk
Pirtûka lêkolînê ya li ser sehabeyê Kurd Caban el Kurdî û kurê wî Meymûn bin Caban du meh berê hat çapkirin. Di pirtûkê de jiyana Kurdan, têkiliyên Kurd û Ereban, hedîsên Hz. Muhammed yên ku sehabiyê Kurdî rîwayet kirine cih digrin. Nivîskarê pirtûkê Dr. Deham Îbrahîm Hesinî li Dihokê dijî. Pirtûka ku heta niha ji xeynî Kurdî, bi zimanên Tirkî û Erebî jî hatiye çapkirin eleqeyeke mezin dibîne.