Kaşûnbazê jêhatî yê 2 salî

Ali Uras Kaya 2 salî ye. Hêj zimanê wî baş venebûye lê bi snowboardê xwe kaş dike

Ew li Norşîna Bilîsê dijî û kaşbaziyê ji bavê xwe hîn bû.

Semîh Kaya’yê bavê Alî Uras got, ‘’Zivistanê em bi hev re diçûn Uludağê, me li wir xwe kaş dikir. Kêfa wî gelek jê re hat. Îsal jî tayîna min hat vir. Me li vê derê jî xwe kaş kir. Min jê re snowboard stand. Ji vir jî pir hez kir. piştî perwerdeyeke mehek, mehek û nîv dikare xwe wiha kaş bike. Ji kaşûnê hez dike. Hêviya min ew e dewam bike.

Ali Uras dema xwe kaş dike carnan dikeve û carnan jî wek kaşbazên baş diçe.

Lê rûyê wî tim dikene…

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.