Komên kurdan piştgiriyê didin operasyonê

Lîwaya Teyrebazên Kurd 500 leşkerên din şandin rojhilatê Firatê...

Eşîrên Kurdan jî ji bo ku bi rêxistina terorî YPG/PKKê re şer bikin tevlî operasyona li rojihilatê Firatê bûn.

Lîwaya Teyrebazên Kurd 500 leşkerên din ji bo têkoşîna li dijî terorê şandin rojhilatê Firatê.

Di Operasyona Kaniya Aştiyê de roja 5em e. Tevgera leşkeran bênavber dewam dike.

Kurd jî tevlî operasyonê dibin.

Lîwaya Teyrebazên Kurd a Tûmena Hemzeyê ya Artêşa Neteweyî ya Sûriyê 500 leşker şandin rojhilatê Firatê.

Lîwayê beriya vê jî 500 leşker şandibûn herêmê.

Leşker tevî wesayîdên ku çekên giran li ser bûn çûn rojhilatê Firatê.

Şîrove Bike