Li navçeyê 2. Festîvala Fotosafarî û Sporên Xwezayê tê lidarxistin
Li Colemêrgê 2. Festîvala Fotosafarî û Sporên xwezayê tê lidarxistin.
Ji Tirkıye û welatên din gelek sporvan û wênekêş beşdarî mihrîcanê bûn
Li ser Çemê Zapê pêşbirkên raftîngê hatin kirin.
Ji bo Mihrîcana Fotosafarî û Sporên Xwezayê ya li Çelê eleqeya wênekêş û sporvanan gelek zêde bû.
Piştî mihrîcanê kesên ku bikevin dereceyê dê werin xelatkirin.
Îsal di navbera 2 û 5ên Gulanê de mihrîcana 2yemîn tê lidarxistin.
Di çarçoveya mihrîcanê de pêşbirkên navneteweyî jî tên lidarxistin.
Her wiha hin kes jî bi bisqilêtên xwe li deverê geriyan.
Nêzî 270 wênekêş beşdarî mihrîcanê bûn û ji bo kişandina dîmenên navçeya dîrokî ketin pêşbaziyê.
Welatiyên navçeyê jî ji mihrîcanê gelek kêfxweş in.
Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu jî beşdarî mihrîcanê bû û ji spasî hemû beşdaran kir.