Li Diyarbekirê koroya pirzimanî
Şaredariya peyasa Amedê ji 150 zarok û ciwanî koraya mûzikê ava kir. Zarokên Diyarbekirî bi Tirkî, Erebî û bi zaravayên Kurdî; Kurmancî û Zazakî stranên aştiyê dibêjin. Koro, ji bo ku li 7 herêman konseran bide bi kelecan provayên xwe didomîne.
Şaredariya Peyasê ji bo ku zarokên Amedê bi hunerê re eleqedar bibin 6 meh berê li Navenda Çandê ya Cegerxwînê kursa muzîkê vekir.
Di vê kursa taybet de zarok û ciwan hînî erbane, gîtar, bilûr, tembûr û gelek ensturmanan didin.