Li Îdlibê Mîhrîcana Hinaran
Bajarê Îdlibê bi hinarên xwe navdar e. Wekî salên din îsal jî li bajêr fastîvala hinaran hat li dar xistin. Di festîvalê de cûreyên hinarên Îdlibê hatin nîşan dan. Her wiha şîv û xwarinên ku bi hinaran tên çêkirin jî hatin pêşandan.
Li Îdlibê festîvala hinaran hat lidarxistin. Her sal di payîzê de ev festîval tê kirin û cotkar cûreyên hinarên herêmê nîşanî beşdaran didin.
Her wiha gelek xwarinên cûda yên ku bi hinaran tên çêkirin jî di festîvalê de cih girtin.
Her wiha di festîvalê de ji bo zarokan pêşbirk hat lidarxstin.
Kesên ku hinarên wan herî baş derketin û şîvên wan herî xweş bûn jî xelat standin.