Li herêmê hişkkirina firingiyan

Li Diyarbekirê hişkkirina firingiyên ku li herêma Qerejdaxê tên çandin dest pê kir.Veberhênerên ku vî karî dikin li Qerejdaxê li ser zeviyên îcare kirine û bi cotkarên ku bi wan ra li hev kirine li ser qadeke 4 hezar û 266 dekarî meha Nîsanê firingî ajotin. Firingiyên ku çêbûne piştî tên hişkkirin dişînin çar aliyên dinyayê.