Mala dengbêjan

Li Qereyaziya Erziromê ji bo dengbêjan bernameyek hat organîzekirin. Dengbêjên ku bi dengê xwe bawer in, li mala dengbêjan têra dilê xwe kilam gotin.

Li Qereyaziya Erziromê îsal cara duyem e bernameya dengbêjan hat çêkirin.

Dengbêjên ku ji deverên cuda yên bajêr hatin, têra dilê xwe kilam gotin.

Bername bi destê şaredariya Qereyaziyê hat organîzekirin.

Şaredariyê piştî programê xelat da dengbêjan.

Helbet vê programê dengbêj jî kêfxweş kirin.

Şîrove Bike