Mijara vê hefteyê ya bernameya “Aqilmend”

Ligel şaredarên nû dê encamên hilbijartinên herêmî bên nirxandin

Roja duşemê di saet 21:15an de li ser ekrana TRT Kurdiyê ye

Bernameya Aqilmend her hefte bi mijarên cuda li ser ekrana TRT Kurdî tê pêşberî we. Mijara vê hefteyê hilbijartinên herêmî ye ku hefteya borî hat kirin. Mêvan jî şaredarên nû yên  şax, cirnê reş, çelê, dihê Kerboran û Bêşebab in.

Mijara Bernameya Aqilmend vê hefteyê hilbijartinên herêmî ye ku hefteya borî hat kirin.

Gelo Ak Partî li herêmê çi serkeftin bi dest xistin?

Kîjan şaredarî ji destê HDP’ê derketin?

Tercîha welatiyên li herêmê di  vê hilbijartinê de çi bû û divê mirov encama hilbijartinê çawa şîrove bike?

Di bernameya Aqilmend de bersiva van pirsan dê bên dayîn.

Mêvanên vê hefteyê Şaredarê Şaxa Wanê Abdurrahman Şeylan, Şaredarê Cirnê Reşa Rihayê Aslan Alî  Bayık, Şaredarê  Dihêya Sêrtê Cevher Çîftçî, Şaredarê Çelêya Colemêrgê Ensar Dündar, Şaredarê Bêşebaba Şırnexê Habin Aşan, Şaredarê Kerborana Mêrdînê Mehmet Cüneyt Aksoy in.

Aqilmend roja duşemê di saet 9 û çaryeka êvarê de li ser ekrana TRT Kurdî ye.

Şîrove Bike