18 milyon xwendekar wê sibê dest bi serdema duyemîn bikin

Piştî betlaneya nîvê salê serdema duyemîn a sala 2018-2019an a perwerde û hînekariyê sibê dest pê dike

18 milyon xwendekar wê sibê dest bi serdema duyemîn bikin

Piştî betlaneya nîvê salê nêzî 18 milyon xwendekar û milyonekî zêdetir mamoste sibê dest bi serdema duyemîn a sala 2018-2019an a perwerde û hînekariyê dikin.

Milyonek û 542 hezar û 491 xwendekarên pêşdibistanê, 10 milyon û 840 hezar û 709 xwendekarên dibistana seretayî, 5 milyon û 391 hezar û 580 xwendekarên dibistana navîn û lîseyê bi tevahî 17 milyon û 774 hezar û 780 xwendekar û milyonek û 121 hezar û 225 mamosteyan di 18ê rêbendanê da dest bi betleneya nîvê salê kiribûn û betlane sibê kuta dibe.

Serdema duyemîn a sala perwerde û hîndekariyê wê 14ê Hezîrana 2019an roja înê kuta bibe. Sala 2019-2020an a perwerde û hînekariyê jî wê di 16ê îlonê roja duşemê dest pê bike.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE