Heyama ewil a perwerdeyê qediya. 18 milyon xwendekaran karneyên xwe standin. Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk li Enqerê karne dan xwendekaran. Selçuk got; “ev karneya me hemûyan e; karneya me ya rast, kêfxweşiya zarokan e.”
“Înşella hûn ê serkeftinên mezin bi dest bixin”
Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk: ”A rast li gorî min rojên wisa gelek girîng in. Karne ji bo zarokan kelecana herî mezin e. Gava karneyê distînin hêviya xwendekaran a ji bo pêşarojê zêdetir dibe, dilê wan xweş dibe. Ev karneya me hemûyan e. Li gorî min serkeftin û kêfxweşiya zarokan, karneya me ya rast e. Hêvîdar im hemû xwendekarên me jiyaneke serkeftî û bextewar bijîn. Înşella hûn e karneyên gelek baş bistînin û serkeftinên pirr mezin bi dest bixin û ji bo welatê me, ji bo Tirkiyê tiştên zahf baş bikin. Hûn jî dibêjin “erê”?