Li Zanîngeha Wan Yüzüncüyılê li ser jiyan û berhemên Ehmedê Xanî sempozyûm hat lidarxistin. Li navwelêt û derwelêt gelek akademîsyen beşdarî sempozyûmê bûn. Li Zanîngeha Mûş Alparslanê jî bi awayekî onlayn sempozyûma Ehmedê Xanî hat kirin.
Zanîngeha Yüzüncüyılê ya Wanê bi navê Ehmedê Xanî û Mîrasa Wî sempozyumek li dar xist.
Ji ber şert û mercên pandemiyê sempozyûm bi awayekî onlayn li ser înternetê hat lidarxistin.
Ligel akademisyenên Zanîngeha Wanê, li navwelêt û ji derwelêt jî gelek mamoste beşdarî sempozyûmê bûn.
Mêvanan li ser berhemên Ehmedê Xanî fikr û ramanên xwe anîn ziman.
Mûş
Li Zanîngeha Mûş Alparslanê jî hin mamoste beşdarî sempozyûma Ehmedê Xanî bûn.
Ev sempozyûm cara duyemîn tê lidarxistin. Mêvan ji ber pamdemiyê li ser înternetê bi awayekî onlayn beşdar bûn.