250 xwendekar cardin vegeriyan dibistanê

Mamoste gund bi gund geriyan û xwendekar qanî kirin

250 xwendekar cardin vegeriyan dibistanê

Li Xelata Betlîsê, mamoste ji bo xwendekarên ku dev ji mektebê berdane qanî bikin gund bi gund geriyan. Him bi zarokan re xeber dan him jî bi malbatên wan re. Ev seferberiya mamosteyan encam da û 250 xwendekar cardin vegeriyan dibistanê.

Di destê wan de lîste, derî bi derî digerin…

Mamosteyên li Xelatê, diçin malên xwendekarên ku dev ji mektebê berdane.

Him bi zarokan re him jî bi malbatên wan re xeber didin.

Ji ber ku li gundên navçeyê heywandarî tê kirin, hin malbat zarokên xwe dişînin ber pez û dewaran.

Lê hin zarok jî bixwe ji mektebê sar bûne û ji dersên xwe dûr mane.

Bi saya van xebatan 250 zarokî cardin dest bi mektebê kirin.

Dîroka nûkirinê: 08 Kanûn 2018, 16:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE