"425 hezar û 430 hevalên me yên xebatê li randevuya aşiyê hatin zêdekirin"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk: "425 hezar û 430 hevalên me yên xebatê li randevuya aşiyê hatin zêdekirin"

"425 hezar û 430 hevalên me yên xebatê li randevuya aşiyê hatin zêdekirin"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ragihand, heta niha 425 hezar û 430 personel li randevuya aşiya Kovîd-19ê ya ji bo mamoste û xebatkarên dibistanan hatin zêdekirin.

Selçuk di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da diyar kir ku sepana aşiya Kovîd-19ê ya ji bo mamoste û xebatkarên dibistanan didome.

Selçuk ragihand, mamoste, şêwirmendên psîkolojîk, rêveber û xebatkarên dibistanên seretayî û yên pêşdibistanê dikarin ji bo aşiyê randevuyê werbigirin û wiha destnîşan kir:

"Heta niha 425 hezar û 430 hevalên me li randevuya aşiya Kovîd-19ê hatin zêdekirin. Wezareta Tenduristiyê di çarçoveya pêvajoya dabînkirina aşiyê da ji bo hemû mamoste, şêwirmendên psîkolojîk, rêveber û xebatkarên dibistanan plansaziyê dike. Di vê çarçoveyê da hûn dikarin li ser "@enabizsistemi" û "@MHRS_182" rewşa xwe bişopînin û randevuyê werbigirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE