7 beşên zanîngehan xwendin

Mamoste Zirek di 23 salan de 7 beş qedandin.

7 beşên zanîngehan xwendin

Mehhmet Serkan Zîrek li Torbaliya navçeya Îzmirê, di lîseyeke teknîkî de mamostetiyê dike. Mamoste Zîrekê 40 salî heta niha 7 beşên zanîngehan xwendin. Mehmet Serkan Zîrekê 40 salî 7 beş di nav 23 salan de qedandin.

Mehmet Serkan Zirek li Torbaliya navçeya Îzmirê mamosteyê kompîturê ye.

21 sal berê li Zanîngeha Çukurovayê beşa bernameyên kompîturê xwend.

Eşqa xwendinê ji dilê wî derneket û wî beşên din jî xwendin.

Di nav 23 salan de mamoste Zirek 7 beşên zanîngehan qedandin.

Di warê rêveberî, teftîş, plansazî û aboriya perwerdeyê de jî lîsansa bilind kir.

Mehmet Serkan Zîrek herî dawî beşa Edaletê xwend û dîplomaya xwe ya 7emîn wergirt.

Mehmet Serkan Zirek dibêje ku ew ê dev ji xwendinê bernede û wê bidomîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE