"Amadekariyên li ser Qanûna Pîşeya Mamostetiyê kuta bûn"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ragihand ku amadekariyên li ser Qanûna Pîşeya Mamostetiyê kuta bûn.

"Amadekariyên li ser Qanûna Pîşeya Mamostetiyê kuta bûn"

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ragihand ku amadekariyên li ser Qanûna Pîşeya Mamostetiyê kuta bûn.

Selçuk li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk destnîşan kir perwerde bi demokrasiyê ra têkildar e û got ku heger hêviyeke mezin ji perwerdeyê hebe eşkere ye divê di hilbijartinên herêmî piştgiriyê bidin me.

Ziya Selçuk diyar kir stratejiya hişê çêkirî ya wezaretê dê di nava mehekê da derkeve û got ku em der heqê vê stratejiyê da binesaziya dîjîtal amade dikin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê dersxaneyan da wiha got: "Xebateke me li ser wê yekê heye ka li dibistanên me meriv çawa dikare vê pêwîstiyê bîne cih, ev qediya. Der heqê xurtkirina qursên îlawe yên li dibistanên me da me nimûneyeke piralî derxist."

Selçuk diyar kir ji bo hemû dersan tomargeha vîdeoyan amade dikin û got ku em mamosteyên jêhatî hildibijêrin û em ji wan dixwazin ku tevahiya salê naverokên heyî pêşkêş bikin.

Ziya Selçuk der barê pirtûkxaneya vîdeoyê da wiha peyivî: "Wê bê pere be, wê mobîl be, li ser televizyoneke IPyê an jî cihekî din senaryoyên vê hatin amadekirin. Ji bo ku perwerdeya navîn baştir bibe em li ser vê meseleyê dixebitin."

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ji bona emrê destpêkirina mektebê da wiha got: "Ji bo serjimara hevtatiyê ji hev veqetînin em ê sala bê 69 mehbûnê têxin rewacê." 

Selçuk diyar kir ji bo mala kesên ku qet neçûne dibistanê pakêtên pêşdibistanê amade kirinine ku çawa piştgiriyê bidin wan û pêvajo dewam dike.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê dersxaneyên dereqanûnî da diyar kir ev mijara hiqûqa ceza û îdareyê ye û wê bikevin ber teqîbatê.

Ziya Selçuk diyar kir piştî telîmata Birêz Serokomar ya ku ji bo me girîng ew e ku em hewcedariyên niha bi giştî baştir bikin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk destnîşan kir xebata bi navê profîla dibistanê wê di 13ê adarê da were eşkerekirin û ji raya giştî ra danasîna wê dê were kirin."

Selçuk diyar kir bi peymanên bi zanîngehan ra çêkirine wê sertîfîkayan bidin mamosteyan û got ku tiştekî wisa tune ku mamosteyên me vala bimînin.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk der barê profîla dibistanan da wiha got: "Dema dibêjin hemû dibistan rind in an jî nerind in, li gor çi rind an nerind in, em ê bingeha vê ya akademîk ava bikin. Mebest ne ew e ku dibistan bi hev ra têkevin pêşbaziyê, tenê ji bo pêşketina wan e û ev were ferqkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE